babetî70

emîrekanî le memleketan
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  895 views
emîrekanî le memleketan
le xakî yemen «bazan»y saman
hem le sen’ada «xalîd»y se’îd
le «ḧizirmut» da «zyad»y lebîd
«ebûmûsa» bû bo mułkî ’eden
«me’az» le cend, tabî’î yemen
emîrî necran «ebû sufyan» bû
le syaseta merdî meydan bû
«yezîd»y kuřî le mułkî teyma
«’etab» le mekkey mubarek sîma
«’emir»y kuřî ’as bo xakî ’emman
fermanřewa bû be ’edił û îḧsan
qazî yemen bû ḧezretî «’elî»
be ḧukmî ḧedîs ya nessî celî
«siddîq» walî bû be ḧusnî menhec
le sałî noda bo îqamey ḧec
ca bo yarmetî siddîqî welî
nardî be şwênya ḧezretî ’elî
le mûsîmî ḧec be hêz û cur’et
xwêndyewe sedrî sûrey beřa’et
men’î ḧec kira le řût û kafir
be ḧukmî xuday ẍałb û ẍafir
bêcge lemaneyş le gelê wiłat
çen kes ’amîl bûn bo ḧeqqî zekat