babetî57

beyanî ewladî ḧezret ﷺ
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  952 views
sê kuřî hebû řesûlî ’ezîm
«qasim, ’ebdułła» sêhem «îbrahîm»
çwar kiç: «zeyneb»e û «řuqeyye»y ’ezra
«amّ kilsumArabic» û «fatîme»y zehra
qasim peyda bû çen sał pêş bî’set
ber le cemî’î ewladî ḧezret
her le mekkeda le ’umrî dû sał
mird be îradey xuday «zî alcilalArabic»
«’ibdalilّhArabic»y kuřî dûhemî ḧezret
ewîş peyda bû sałê pêş bî’set
her le mekkeda wefatî fermû
teyîb û tahîr leqebî ew bû
îbrahîm kuřî sêhemî ḧezret
peya bû sałî heştemî hîcret
lepaş ḧefta řoj muteweffa bû
beqî’ bew kuře piř le sefa bû
kiçî gewrey ew zeynebey xoşḧał
peya bû le pêş bî’set be de sał
wefatî fermû le heştî hîcrî
«cinّh albiqî’Arabic» bû be cêy qebrî
her le mekkeda şahî «xîr alnّasArabic»
marey biřî bû lebo «abu al’asArabic»
lew mutewellîd bûn ’elî û emame
’elî pêş bilûẍ çû bo qyame
emame mawe û lepaş fatîme
şûy kird be ’elî û bû be xatîme
ye’nî bê ewlad derçû le dunya
geyşit be paye û mertebey ’ulya
hate dunyawe seyîde řuqye
ḧewt sał pêş bî’sî «xîr albirîّhArabic»
înkaḧî fermû ḧezret le ’usman
dû hîcretî bû bo ḧebeşistan
le medîneda wextî ẍezay bedir
wefatî fermû be ’îzzet û qedir
ummukulsûmî be ’eqił û kemał
le pêş bî’seta be muddey dû sał
hate dunyawe be emrî mennan
lepaş řuqeyye şûy kird be ’usman
wefatî fermû le sałî nohem
zor boy meḧzûn bû řesûlî ekirem
fatîmey zehra sałê pêş bî’set
hate dunyawe be qedir û ḧurmet
le meyneda sałî dûy hîcrî
înkaḧî fermû ḧezret bo ’elî
şeş mang paş fewtî seyîdî ’ednan
wefatî fermû, mangî řemezan
bêcge îbrahîm seyîdî walî
le xedîce bûn hemû minałî
emma îbrahîm le marîye bû
zû beyanman kird ke carîye bû