babetî56
sîřřî zorî ḧeremanî ﷺ
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
1 minutes
949 views
le xesa’îs bû bo şahî ebrar
menkûḧey bibê zyatir le çwar
çunke eḧkamî merbûtî jinan
jin keşfî eka, bew ekirê beyan
bo keşfî emeyş kafî nîye kem
zorî pê ewê te’lîmî umem
’elawe emeyş layqî cezme
wesîley berzî yekêkyan xizme
mexsûs be wez’î jin û jin xwazî
zor qewmî naḧez lêk ebin řazî
ḧezretîş leber mudara û ulfet
zorî ḧez ekird be zorî ’eşret
eyzen řewaye be şer’î îslam
mexsûs bê ye kê be berzî eḧkam
me’lûm ke tenha kesretî ezwac
nebû le xassey saḧêbî mî’rac
çen şitî wa bûn ke ḧeram bûn lêy
çen wacbîş bûn leser şexsî xoy
ḧeqî cînaye û qerz û kefarat
lebatî feqîr wacb bû bîdat
«silah alilّyilArabic» û wetir û fecir û çaşt
hem ẍusłî cum’eyş wacb bû bîkat
xesaysî ew le muḧeřřemat
beyan kirawin le mutewwelat