babetî39

waqî’atî sałî dehem
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  740 views
me’azî henard şahî mu’temen
hem ebûmûsa bo xakî yemen
xalîdî henard bo xakî necran
’elî bo yemen, bo neşrî îman
řoyî û hatewe be fetiḧ û zefer
bo ḧecîş geyşit be «xîr albişirArabic»
lem sałeda bû «ḧicّة aluda’Arabic»
sed û çwar hezar esḧab be îcma’
wekû perwane be dewrî şem’a
ewîş wek çira le ḧelqey cem’a
çûn lebo ḧecî beytułłay me’mûr
be îxlasî dił be sefa û ḧuzûr
le řojî cejna le xakî «mînîٰArabic»
cubre’îl sûrey «nisirArabic»y bo hêna
be dway ewa hat leser terakum
ayey «alْyewْme ئەەکْmelْtu lekumْArabic»
ḧezret ḧałî bû ke me’nay îkmal
xîtame lebo weḧî «zu alcilalArabic»
lepaş «nisirArabic» û «fitiḧArabic» emir be tesbîḧ
ḧemd û îstîẍfar îmaye û telmîḧ
beme nizîke wadey wefatî
biřwa û şad bibê be lîqay zatî
înca bangî kird ḧezret le zehra
pêy fermû ewa de’wetim kira
wadey řîḧlete le dunyay fanî
wadey wefate û lîqay řebbanî
ca girya be coş fatîmey betûl
ta teskînî kird ḧezretî řesûl
ke geřanewe lebo medîne
le ẍedîrî xum, ew piř temkîne
xutbeyekî xwênd gelê be qîmet
bo dîn û dunya heta qyamet
bo ferd û komeł bo dîn û exlaq
bo berzî îslam le kurey afaq
bo şwên kewtinî sunnet û kîtab
bo îstîqamet leser řêy «sewabArabic»
ca ke hatewe û geyye medîne
ew paye berzey saḧêb temkîne
le caran zortir meşẍûł bû be dîn
be ḧemd û zîkirî xuday ’alemîn