babetî27

hîcret û teşrîf birdinî ḧezret ﷺ bo medîney munewwere
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  809 views
sê şew matił bûn le ’eynî eşkewt
leser delîl û wiłaẍî xoş řewt
ke peydayan kird be sefay sîne
herdû swar bûn berew medîne
’ecaybatî řêgey medîne
biřo le peřey tarîx bibîne
ełê řoyştine xêłê leser řê
«amّ mi’bedArabic»yan kird be xanexwê
pîrejnê bû be meşreb emîr
her meřêkî bû wişk û lat û pîr
ḧezret destî xoy lew kutupřa
hêna be gwanî wişkî ew meřa
be yumnî destî řesûlî emîn
bû be meřêkî şîra û nazenîn
şîryan lê doşî, şerbetyan noşî
bo ummûme’bed bû be dił xoşî
çen sał şîrî da ew meře be feř
mayewe heta wefatî ’umer
ełê suraqey şoxî swarçak
bo te’qîbyan hat, be çust û çalak
ke le dûrewe suraqe derkewt
nasî bûbekir be şêwe û be řewt
ta geyye şwênê ke hełmet bênê
lebo kuştinyan dest bweşênê
leser hîmmetî seyîdî lewlak
sê car be swarî řoçû lenaw xak
înca tobey kird le fîkirî zerer
emîş ’efûy kird be serfî nezer
ke geřayewe mujdey pê dira
bo ewe tac û zînetî kîsřa
herwa řoyştin wadî be wadî
be zewq û fereḧ be şewq û şadî
ca xeberdar bûn tayfey ensar
leser qudûmî meḧbûbî nazar
hemû be komeł hatin ta «qubaArabic»
bo îstîqbałî şahî «nucebaArabic»
lewê geyştin be lîqay meḧbûb
perwaney ew bûn, geyîn be metlûb
le dêy qubada ta bîst û dû şew
asayşî kird, şay saḧêb piřtew
le cum’eda bû derçû le quba
be şinoy xoş boy nesîmî seba
nwêjî cum’ey kird le benî salim
legeł yaranî xoş tebi’ û salim
paş nwêjî cum’e ew be temkîne
muşeřřefî kird şarî medîne
xuda řazî bê le fîrqey ensar
zor be îkřam bûn bo mewlay eḧřar
be lay her małê řa’eburd ḧezret
de’wetyan ekird be şewq û ’uşret
heta dabezî be gwêrey metłûb
le małî ebû’eyîwbî meḧbûb
ca ko bûnewe yaranî be cem’
wekû perwane le etrafî şem’
şarî medîne û etrafî pakî
be nûrî îslam kewte řûnakî