babetî17

hatnewey xizmanî ḧezret ﷺ bo şarî mekkey mukeřřeme
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  714 views
înca řê kewtin bo sułḧ û nermî
xizman hatnewe zor be dił germî
lem beyna řojê şahî řîsalet
sûrey «walnّcimArabic»y ekird tîlawet
ke xwêndinewey hemûy tewaw kird
sucdey te’zîmî lebo xuda bird
kafrekanîş hemû be sercem
ser be sucde bûn bo xuday ’alem
wez’î em sucde geyşit be wiłat
her le xor nişîn heta xorhełat
ew esḧabane ke le ḧebeş bûn
bem dengubase gelê diłxoş bûn
wayan ezanî fewtawe îşrak
hemû mil keç bûn lebo xuday tak
giştyan hatnewe be şewq û ’uşret
lebo bînînî dîdarî ḧezret
bełê hatnewe, geyştin be yar
be deway derdî derûnî bîmar
gelê diłşad bûn be lîqay ḧezret
laçû le diłyan ẍubarî ẍurbet
emma ḧałî bûn ke ehlî mekke
diłyan le qara piře le lekke
naçar le tirsî kuffarî naşî
řoyştinewe bolay necaşî
hejde jin legeł sêsed û heşta
pyawî mubarek lem seyr û geşta
le caran çatir bê xîlaf û ẍeş
îkiramî girtin padşay ḧebeş
řeḧmetî lê bê zor be wîcdan bû
boye na’îlî nûrî îman bû