babetî16

koşiş kirdinî be’zê le mekke bo sułḧ
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  705 views
wa le nubuwet tewaw bû no sał
ca înca be’zê le ehlî kemał
bo xizmekanyan řeḧmyan coşa
bo îsłaḧî beyn diłyan xiroşa
hem lew sereda seyîdî ẍalîb
fermûy be mamî be ebûtalîb
ew peyman namey ke zû nûsrawe
le małî ke’be heławesrawe
weḧî xudayî lebom hatuwe
kirmî morane hemûy xwarduwe
meger lefzêkî ke muqeddes bê
’înwanî nawî xuday eqdes bê
ke emye lê bîst mamî be tekan
hat lebo mekke û fermûy be xizman
muḧemmed ełê ew peyman name
çunke esasî leser ḧerame
hemûy xurawe meger nawî pak
leber ḧurmetî xuday tenyay tak
biřon le ke’be teḧqîqê biken
eger weha bû tesdîqî biken
îtir labden le sitemkarî
dest berdar bibin le dił’azarî
ḧeyfe ke sîley řeḧmî xizim û xwêş
bibٌy be cefa û cewr û siza û êş
eger wa nebû min legeł êwem
nadûm legełya qet be dû lêwem
ke taqêqyan kird ḧałî bûn sercem
waqî’ weha bû, bê zyad û kem