babetî6

perwerde kirdinî ḧezret ﷺ
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  1002 views
înca walîdey ew newřesîde
perwerdey ekird wek nûrî dîde
le ’umrî şeşda ew mayey dîne
legeł walîdey çû bo medîne
ke geřanewe bo mekkey awa
daykî nexoş kewt le xakî ebwa
her lew şwêneda muteweffa bû
ḧezret be mergî dił piř cefa bû
înca bapîrî be lutif û sefa
eyparast le gişt azar û cefa
xizmetî ekird be dił û be gyan
«amّ ayminArabic»y pakî mîhreban
ke geyye heşt sał, şay şîrîn leqa
bapîrî řoyşit bo «darwalbeqaArabic»
le nexoşîna «’ibdalimtilbArabic»
wesîyetî kird bo «abutalbArabic»
xizmetî bika be řoḧ û be gyan
baş bîparêzê le jarî jyan
lepaş ew lelay mamî şerîfî
wextî řa’ebward zor be letîfî