babetî2

dû kelîmey şehadet
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  1147 views
fesłî ewwełman basî şehadet
ke binaẍeye lebo se’adet
şehadet waye însanî hoşyar
be dił bizanê û ca bika îqrar
biłê «ئەەشْheduArabic» ezanim be dił
be ziman ełêm be wêney bułbuł
«ئەەنْ la yîlheArabic» xudayê bo xelq
nîye «ئییلاەّ alilّhArabic» meger zatî ḧeq
yanê ew zate nawî «ełła»ye
herçî sîfetî çak bê, lewaye
pake le herçî ’eyb û nuqsane
penhan û dyarî lay ew yeksane
«we ئەەشْەەدû» hem ezanim teḧqîq
be ziman ełêm be nehcî tesdîq
«ئەەنەّ muḧemeّdaArabic» beřastî û yeqîn
ew muḧemmede ke pake û emîn
«resûlu alilّhArabic»ye ew pêẍembere
bo cînin û beşer be ḧeq řehbere
peyẍamî xuday lebo hênawin
řêgay necatî pê nîşan dawin
bo î’tîqad û baweřî bekar
lebo kirdewey şer’î û semerdar
hatuwe be řeḧmet bo hemû ’alem
bo pêẍemberan buwe be xatem