ême kurdîn û ezanîn ’ebdî yezdanîn hemû

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  361 views
ême kurdîn û ezanîn ’ebdî yezdanîn hemû
aferîdey destî zatî takî subḧanîn hemû
ew kitêbaney le xwawe hatûn bo murselîn
ême biřwaman heye pêyan musłimanîn hemû
çaktirîn umetîn bo taqe meḧbûbî xwa
xawenî ayînî berz û dîn û îmanîn hemû
dujminî kes nîn bełam bo pasî kurdistan û kurd
pyaw û jin gewre û biçûkman qoçî qurbanîn hemû