komełêkî taze peyda bûn dijî ayîn û dîn

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  383 views
komełêkî taze peyda bûn dijî ayîn û dîn
xwên mijî alî peyember xwênexwarî muslîmîn
dûr le çake û nałebar û fîtne û şûm û teres
řû řeşî dîwanî yezdan, dostî şeytanî le’în
kitke newtîne wiłat û dujminî cinsî beşer
bê ḧeya û nakes beçe û bedxû, serokî mucrîmîn
bed dił û bed tînet û bed kirdewe û lar û le’îm
dûr le însaf û miruwet, gurgî harî ser zemîn
bîr û biřwayan dijî aynî îslame ke çî
řûkeşî xoşyan eken da’îm be boyey ehlî dîn
’aşiqin bo kuştin û tałanî xełqî bê gunah
dił řeq û tînû be xwênî ehlî ’îlim û sałḧîn
cař eden boyan ke gahê bo řya nwêjê biken
ta’et û nwêjî řyaş şîrke, be řebbî ’alemîn
îd’ayan waye îslamin ke çî bê sûç û maf
eçne ser xêzanî xełqî, bo xirape û ser biřîn
tep ekutne ser minał û małî dêhatî hejar
mał eřûxênin beseryana be topê agirîn
çî le dinyada xiraptir bê lewane bedtirin
kirdewey pîsyan meḧałe bête nûsîn û dûyn
wacbe emřo leser îslamî dunya bê wiçan
yek kewn hestin be carê bo qiřanî załmîn
nabê derfetyan biden bo bo dest dirêjî nařewa
nabê meydanyan biden hergîz lebo hełpe û weřîn
ḧeq bezeyî dêtewe axir be îslama bełam
yekyetî pêwîste şahoPen name bo nemanî tam’în