bexwa bê řya hewaxwatim

bo şêx ’usmanî şêx ’eladîn
From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  385 views
bexwa bê řya hewaxwatim
talbî îḧtiramî dergatim
arezûme bibî be şahî cîhan
şayqî şe’şe’ey tecellatim
le’umî sulaleyî ’umerNamed-Entityy
’aşiqî xułq û xûyî e’latim
bedił û gyan be wêney bułbuł
arezûmendî mahî sîmatim
wekû murẍî qefes minî bê dił
besteyî dawî mîhir û sewdatim
şew û řoj min be yadî řûyî to
diłî piř nałe û meqamatim
beste wêje le hîcrî to şahoPen name
her dełê ax le hîcrî to matim