bo çî hatûme cîhan lem hatuçoye çîm ewê

From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
 1 minutes  903 views
bo çî hatûme cîhan lem hatuçoye çîm ewê?
min nebûm, madam ke bûm, jînêkî piř hestîm ewê
řojî ewweł xalîqim fîkirî ḧuřřî bexşîwe pêm
dersî azadî exwênim jînî serbestîm ewê
her kesê mestî şerabêke le meyxaney jyan
min le badey ’îlim û ’îrfan û edeb mestîm ewê
tê ekoşim bibme zanay ’îlmî taze û ’îlmî kon
çunke bo qewm û weten min xizmetî řastîm ewê
babePen name jînî xom leřêy berzî wetenda da’enêm
bo fîdakarî le lawan hêz û hawdestîm ewê