kes nema neydey be erza ey felek norey mine

From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
 2 minutes  1224 views
kes nema neydey be erza ey felek norey mine
wa ezanî min diłim berde û wicudim asne?
xwên û goştêkî řizîwe toş desa day encine
zor peşîmane le hatin, çaweřwanî řoyîne
miştê xakuxołe dîsan bîxere naw xakewe
başî dapoşe, be kirdarî xirape û çakewe
jînî dunyayî çîye tenya xeyałêke û xewe
çwar ’eded fesłî muxalîf dû ’eded řoj û şewe
lem nebûnî û hatne, bo ew nebûnî ser řewe
min le hatin bêxeber bûm çîme lem hat û řewe
min le çake ya xirape bo çi fî’lê mesderim
xom ke nazanim xwa! her řuḧmî toye řehberim
min be watey wa’îz û şêx û mela nabim xeřo
em ełê: wawe were ewyan ełê wawe biřo
her yeke new’ê ełên şeřyane daym xo be xo
çon bizanim kame řaste? kameyan kîzbe û diro
hênde zore îxtîlafî beynî axûn û mela
çonî baweř pê bikem ẍeyrî be la ḧul û laArabic
bûnî ’alem bo çîye û meqsed çi bû lem xîlqete?
întizamî em nîzamî ka’înate ḧîkmete
bûnî dunya û masîwaArabic řemz û îşarey qudrete
ẍayeyî esłî hemû îsbatî zatî weḧdete
babePen name cuz’êkim le kul, teqdîr kirawe kirdewem
řojî ewweł xalîqim çon xelqî kirdûm her ewem