ey qewmî kurd bizane ke řoḧî emîn zekî
bo řojî çiley emîn zekî
From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
2 minutes
1293 views
ey qewmî kurd! bizane ke řoḧî emîn zekîPerson
dûrbîn be destewe le ḧedîqey beheştewe
eřwanê axo kewtûne ser řêgey yekî
yaxo nîfaqe koneketan qewmî řiştewe
***
diłxoşî ken, be yek cîhetî ta le cenneta
bitwanê tê bikoşê le dergahî řeḧmeta
hawar ekate ’alemî qudsî ke el’eman
qewmim nezane, cahîle, wêrane nîştiman
îmdad řes nemawe, le erz û le asman
bo kurdî quřbeser ke perêşanin û bênewan
min îltîcam be êweye êweş du’a biken
řeḧmê be qewmekem, le xwawend, tika biken
êstake xerîke ’alemî bała zehîrî bê
ke řubyanî ’eřşî mu’ella debîrî bê
řuḧulqudis be emrî xwa destigîrî bê
îlhamî asmanî, beşîr û xebîrî bê
kurd namrê be berzî û îqbałewe ejî
řojê ebê be baẍ û ḧeda’îq kel û kejî
kê bê? jyan û mirdinî her bo wiłatî bê
bo xizmetî wiłatî ewende sebatî bê
dest û qełem le kara hetakû ḧeyatî bê
ta qewmekey le cehil û esaret necatî bê
babePen name ełê be zatî îlahî, emîn zekîPerson!
wênet nîye le qewmeketa toy û her yekî