hetta kengî di xewda bî?

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  992 views
bese millet li te şerme, hetta kengî di xewda bî!?
di bin destên neyaranda, hejar û dîl û kola bî?
bihar va tê çya xweş bûn, weke şêran herin şer em
çima wer jar û xemgîn bî, hetta kengî tu ranabî?
binêrin win li engolaNamed-Entity, wekû şêran ketin çola
serê te hişk wekî pola, di bin destê neyara bî?
serî hildî, tu gernasî, eger rabî tu mêrxasî
gelo raste divê bimrî? di nav dijminde winda bî?
ji dijminre dibî renicber, bi paşde mayî bê rêber
ji bo dijmin dibî şevger, bese îdî weha nabî!?
were carek ji xew rabe! weke gernas û şêra be!
xwe pêkbêne bi hevra be! divêm hişyar û zana bî
bese win rê bidin zana, bidin pêzan û hozana
ji bo çi wer li pey şopa, beg û şeyxa û axa bî?
çi ol û êl û malbatin, evên dî qey hemî tatin!?
hemî yek dar û yek katin, bibin yek da, ku dil şabî
bi: tang û top û lek millet, tu gavan pêşde bavêje!
hetta kengî li benda van, nivşitê: şeyx û seyda bî!?
tu guh med van beg û axa, xwe rapêçê li ser şaxa
ji dijmin bigre va baxa, tu dê serdar û paşa bî!
cigerxiwînPen namem dixiwazim ko, ji bo te rast bibêjim ez
tu guhdêre li dengê min, neko saza li ber ga bî?