cigerxiwîn – dengibêjê rastyê û azayê

From the Book:
Şefaq
By:
جاسمێ جەلیل
 7 minutes  2499 views

navê cegerxiwîn, navê hostê xebera, xudanê lewazê şîrin li herçarterfê kurdistanê, ji rojhilatê girtî hetanî ro’ava’ê, ji şimalê hetnî canûbê nava xwendevanê kurdada xweş eyane. şi’rêd wî bûne sitran û nava cimetê digerin. xorit û qîzê kurdaye nû bişkivî nivîsarê şa’îr bi devkî hîn dikin, bîr û bawerîya xwe, miletperwarîya xwe bi wan şi’ra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. tune civînek yan jî êvarîk, li ku şi’rêd hilbestivanê kurdayî nav û deng ne’êne xwendinê.

navê cegerxiwîn nava kurdê sovêtda jî ’eyane.

îro welatê sovêtda -welat, kîderê zixtî û zordestî, newekhevbûn û koledarî ji binyatê hatîye rûxandinê, kîderê bi seda cimet azayî û serbestîya xwe destanîne, pareke cimeta kurda tevî wan cimetêd bira çanda xweye miletîyê pêşde dibe, bi tarîq û lîtêratûra xweye kevnar dibe nas û bi hizkirin, navê cegerxiwîn dweklîne wîva kubar dibe.

zarokê kurd li ermenîstanê, mektebvanê koma çara gava pertûka xweye dersê «zimanê kurdî» vedkin, şi’ra cegerxiwîn «xwendin» dixiwînin. ewana dengê hilbestivanê şorşivan dibêhên, dengê nalîna dilê wî–bona ḧalê welêt, gazîya wî, ku xorit û qîz baş bixûnin, çimkî:

xwendin nebî kes naçe pêş
peyda dibin pir derd û êş
her dem di bin destê neyar
em dê bikin xukî û bêş

sal bi sal mektebvanê kurdê sovêtê diha nêzîk û hûrgilî nasîya xwe didne emirjî’în û bîr–bawerîya hilbestivanê hizkirî. ewana li dersixana v–vi-da nava pertûka dersêye «lîtêratûra»–êda ser cegerxiwîn dixûnin, ku «zarotî û xortanîya cegerxiwîn ḧalekî giranda derbasbûye. ji çûktîyê xwe gelekî bi xwendinê girtîye, lê ewî nikarbûye xwastina xwe maser bike, çimkî bona wê yekê mecal lazim bûne».

şagirt ji wê pertûkê derheqa wê revê û çetnayê pê dihesin, kîjan hilbestivan xortanîya xweda dîtîye. ewana dixûnin, ku tevî wê hesîrîyê, êş û lêdanê rika şerkarîyê, miletperwerîya kûr dilê şarîda sist nebûne, agirê gumanê bona azayê hel diha gurbûye û lema jî şêxmûsê ji gundê hesarê bûye dengibêjekî ceger bi xwîn. li pirtûka dersixana v–vi–da ewana dixûnin: «cegerxiwîn çawa şa’îr, çawa şerkarê miqablî împêrî’alîzmê, kolonî’alîzmê û zordestîyê timê ji alîyê cimete kurdada hatîye hizkirnê. ew tucara ji dijmina netirsî’aye, tucara ji şerkarîya cimetêye giran xwe şûnda negirtîye».

du şi’rêd cegerxiwîne eyan: «kurdistanim ka» û «pembiwê meye, lê em tezîne» li nava wê pertûka dersêdanin. ḧalê miletê kurde bindest û zêrandî nava van herdu şi’rada bi firekî vidbe. mektebvanê sovêtêye kurd, ku welatê xweda bindestî û zêrandin nedîtîne, îdî rind zanin ku kurd û kurdistan bin nîrê neheqîyêda zara–zarin, bin destî dewletêd kolonî’alîstida tîş–tîşîne, pîre–pîre, û lema cegerxiwîn dike gazî, dike hewar:

bax û bostanim ka?
ax, gulistanim ka?
dijmin tev girtin ax!
ax, kurdistanim ka?

serpêhatîya cegerxiwîn –ew serpêhatîya miletê meye: kesîbî, zulim û zorî, ḧebis û lêdan, werguhêzî û mihacrî. lê tevî van gişka –serbilindî û kubarî, mêrxasî û egîtî, hîvîya bêşk– bi şerkarî bighîje armanca xwe. bîr û bawerîya nivîsarêd cegerxiwîn ew bîr û bawerîya miletê meye. ay lama jî ewana ewqas ji alîyê cimetê hizkirîne û milet wana diparêze.

meznaya cegerxiwîn, çawa rewşinebîr – mervekî xudanê bîr û bawerîya pêş, nek tenê wê yekêdane, gelo ew çawa ḧalê miletê xwe dikewgire, bona miletê xwe dike hewar û gazî. meznaya her fikirdarekî, usa jî meznaya cegerxiwîn nava wê yekêdane, wekî ewana ji qalbê miletîyê dertên û bi fikirdarîya xweva dibne hûmanîstêd mezin, dengibêjêd hemû miltêd bindest û zêrandî, li kîjan qulbê dinya’êda jî ewana bivin.

cegerxiwîn bi şi’rêd xweva piştovanê azayê û mervihzîyê. ew nikare dengê xwe bilind neke, neke gazî bona wan efata, wan wetenhiza, yêd ku rabûne şerkarîyê li afrîqa’ê, asî’ayê, amêrîka latînîyêda, bona wan mileta yêd ku mîna miletê kurda bin nîrê neheqîyêda têne zêrandinê. bona înternasî’onalîzim û mervihzîya cegerxiwîn miletêd dinyayê wê nivîsarêd şa’îr bixûnîn, hij wana bixin û bivin piştovanê şerkarîya miletê kurda. dewlemende ziman û dîdemêd bedewatîyêye nivîsarêd şa’îr. nava wanda bi awazêd reng – rengî fikirdarîya miletîyêye pirqurne dîhar dike. tune şî’êr, kîjanî em bixûnin. kanîya zimanê cegerxiwîn – zimanê miletê meye, çavkanî, ku şêlû nebûye, ava wî zelale û dilê kesrî hêsa dike.

nivîsarê şa’îr bona zanîyara û kurdinasa wê bivin esasê çendik çend lêkolandinê ulmî. xebata ulmîyê pêşin ser «po’êzîya cegerxiwîne bajarvanîyê» sala 1966–a li yêrêvanê ji alîyê înistûta rohlatnasîyê ya akadêmîya ulmaye ermenîstanê hatîye çap kirnê. xudanê vê lêlolandinê ordîxanê celîl pertûka xweda usa jî çil û du şî’rêd şa’îre hilbijare neşir kirîye. herdu cildêd cegerxiwîne pêşin îdî zûva dest nedketin. bona ku şi’rêd van herdu dîwana bikevin destê xwendevanê sovêtîyê, ordîxanê celîl ew şi’ir welgerandîye ser tîpê rûsî. îro ewana bûne milkê xwendevanê kurdê sovêtîyê.

salekê şûnda hilbestivanê meyî hirkizî wê bive heyştê salî. bona emrekî heyştê salne kême û ne pire. ne kême, çimkî tebyata «bê’îsaf» bixiwazî-nexwazî ya xwe dike. ne pire, çimkî cegerxiwîn –şa’îr hê cahle (gence). gava şi’rêd wîye nû nivîsî dixûnî, dilkutana wîye alavî û hur, dibêhêyî. ewî hê gence, çimkî efrandinêd wîda bext û yazî, armanca milet. bêtaqetî, ofîn û axîna kaltîyê ne pêşê şa’îrê meyî hizkirîye.

ez bawerin, ku şa’îr hê sale salêd direj wê me bi nivîsarêd xweye giranbahava şake.

ez li pîrozbayî bi mibarekîyê didme şa’îr bona çap bûna dîwana wîye 6–a û gumanim, ku ev dîwan jî mîna dîwanêd cegerxiwîne pêşin ji alîyê xwendevana bi hizkirin bê qebûlkirnê.

ez ji hevalê «roja nu» ra divêjim serfinyaz bin rûspî bin, ku we xizmeta çap kirna dîwanêd şa’îrê meyî nav û deng hildaye ser milê xwe, çimkî bi wê yekêva hûn alîkarîya mezin didin pêşdaçûyîna lîtêratûra cimeta me.