fidakarê welatim

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 minutes  963 views
erê dayê metirse vame hatim!
wekî rojim niha vame hilatim!
ji bo ko te ji dest dijmin derênim
wekî zab û feratim, kêfratim
dixiwazim derkevim şax û zinaran
li ber dijmin wekî lat û kelatim
ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî
ku ez hatim wekî zab û feratim
didim ber xwe hemî sermayedaran
wekî şapim di sîpanê xelatim
ji dostanre hemî pertav û ronak
ji dijminre wekî arim, şewatim
ji bo jar û belengazan biharim
ji bo har û neyaran ez şibatim
li tarîxê binêrin ez kusame?
xwedî eywan û birc û pût û latim
evim ez, lê di bin destê neyaran
eger rokê ji xew rabim du qatim
li ber pozê neyaran xurtemêrim
cigerxiwînim, fidakarê welatim