umera kafir û sadat û musułman çete bê

çete û polîs (le katî ’asê bûnî ’eşa’îre kurdekan witrawe)
From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  445 views
umera kafir û sadat û musułman çete bê
quř û boyaẍî dû ’alem beser em mîllete bê
çunke polîs û çete dujminî dîn û małn
usera ba îşî em derdîser û zîllete bê
em ełê goştî fiřûcim ewê bo qawiłtî
ew ełê şêwî şewm mergeyî gîske qute bê
le wiłatê ke guzergahî çete û polîse
muxteser kes nîye bê weswese û xitxite bê
be dû sê sałî tirî nanî ře’îyet ebřê
eger em ’aleme lem ḧałet û wez’îyete bê
nebzî fellaḧ leber bê genmî cewcewîye
çete alîkî dewê gerçî be dûqîmete bê
gerçî fellaḧ zexîrey dû sê barî mabê
baweřim naye beşî la’îḧe û mezbete bê
sabîrPen name em mîḧnet û eḧwałe cezay e’male
ḧezerit lem mereze piř derd û ’îllete bê