be şamî zulf û ebroy hîlalî

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  408 views
be şamî zulf û ebroy hîlalî
dyare subḧekey cejnî wîsalî
le kin derkewtinî baẍî cemałî
diłî min bulbulî mahî cemałî
be řûyî aftab û lêwî ałî
senay zulfî bikem ya wesfî xałî
egerçî sûreten dûrim be me’na
le min nezdîke sułtanî xeyałî
xudaye kes nebê tûşî ẍemî min
ke xełkî pêy biłên kafir be ḧałî
be şew ta řoj her giryane pîşem
nehatî û pêm biłêy bo çî enałî
eger xoy bimkujê pêm xoşe emma
řeqîbîş bo nehatîm hate pałî
be destî xoy xwênîşim biřêjê
ełêm wek şîrî ber dayk ḧełałî
nemamî qametî ẍayet biłinde
desim nagate sêw û piřteqałî
xudaye to demî sabîrPen name şîrîn ke
hemû ’umirim bezay’ çû be tałî