herkesê talîbî şem’î tel’etî canane bê

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  1002 views
herkesê talîbî şem’î tel’etî canane bê
şew ebê xułq û řewişt û sen’etî perwane bê
ba dił û cergî be xencer parepare û qîme ken
dengî ax û ofî naye, ça nye ger wanebê
îştî’alî agirî dił ew deme ekujêtewe
da’îrey dił xeymegah û textî ew sułtane bê
mest û medhoşî lîqa çî bika le dunyay bê beqa
her debê dêwane da’îm bê lîbas û xane bê
mułk û mał û mertebey dunyayî dûnî bo çîye?
şew debê mecnûnî zulfî leyl û řoj bê xane bê
’eşqî yar û ḧubbî dunya herdû zîddî yektirin
ger dilaramit dewê ba masîwa bêgane bê
herkesê mecnûnî leylabê çi bakî te’neye
lazme herçê bika nalayq û şêtane bê
nawî mecnûn agirî berdaye dił naḧeq nîye
min wicûdim masî û eşkim wekû řoxane bê
ḧeqqe şew giryan û nałînim be çawî sûrewe
çunke encamî ’erûsî ’adete sûrane bê
payze û ’alem le te’mîratî neqşî xaneye
’aşiqî řût her mekanî keprî tawustane bê
şadîye cejne hemû ’alem be bergî tazewe
dûr le bałat tabekey bergim řeş û zistane bê
destî bo gîrfanî hêna takû jîrim katewe
min henûm hełsa serim qurbanî ew gîrfane bê
pyawî ’aqił giftugoy bêhude naka mutłeqa
mest ebê řeftar û etwarî hemû mestane bê
sabîrîPen name pîr bûy xewî ẍefłet le çawit derneçû
kwa ḧekîmî waqîfî em ’îllet û derman bê