cana le henasey demeket bonî şîfa tê

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  466 views
cana le henasey demeket bonî şîfa tê
dem bêne demim ba nemirim xêrit egatê
’umrêke be řojûm û nebû cejnî syamê
bedbextim û nemdî le şewa qedir û beratê
kewtûme le ber qapîyeket sa’îlî řûtim
şadim ke be îḧsan û be în’am û zekatê
ew we’deye fermûte keçî îfat nefermû
baweřbike emca le dest deçme şikatê
ta nîwnefes mawe qedem bîne serînim
ba bêtewe xaney bedenim taze ḧeyatê
lewsawe ke fermûte şewê dêm û nehatî
êware gilarawme ta badî seba tê
cana ke xeyałî gułî ḧusinit be diła tê
wek badî seba waye beser baẍî guła tê
tenha le diłî min nîye ew bade be qurban
zore le hemû memleket û şar û wiłatê
dwagyanme fermû qedemê bêne serînim
ba bête leşî wişkewebû tazeḧeyatê
sabîr ke nexoş kewtuwe her çawî le řêye
to bêy û şîfay derdî ewî way be diła tê