lekin ya nar kun agirî nemrûd gułzare
From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
2 minutes
700 views
lekin ḧukmî qeder î’cazî pêẍember ebê çî bê?
lekin şequlqemer sed fetḧî wek xeyber ebê çî bê?
lekin ya nar kunîArabic agirî nemrûd gułzare
beramber ḧîة tis’îٰArabic fenî saḧîr ebê çî bê?
lekin derkewtinî ew şem’e ’alem şubhî perwane
ke sûtan û ełên lem nî’mete xoştir ebê çî bê?
be mujdey yek gułêkî cennetî ḧusnî hemû ’alem
eger bîkem be qurbanî seba yekser ebê çî bê?
le kin bedrî cemałî yar çi yaryêke dem bidrê
le nûrî mang û xor ya xusrewî xawer ebê çî bê?
be ayey narkunîArabic, meylî bê dozex beheştêke
le cennet derkira adem be yek sawer ebê çî bê?
gułî řuxsar û lêwî ał û daney xał ke binwênê
guł û le’il û wenewşey xak û xoł beser ebê çî bê?
eger bênê seba bînê le baẍî cennetî ḧusnî
gułab û mîşk û bonî sunbul û ’enber ebê çî bê?
le qed û qametî şimşad û ’er’er nizim û ḧeyranin
le barîkî myanî ’aqłan qasir ebê çî bê?
ke yarim hat û řoḧim çû ke řoyşit dił be dûya çû
xudaye nî’metê lem amûşo çatir ebê çî bê?
lekin nuqtey demî ’eqił û zuban ḧeyran û bê nutqe
demî sîřî xudaye dem mede sabîrPen name ebê çî bê?