řoj hełat estêre win bû kwêre çawî şebpeře

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  394 views
řoj hełat estêre win bû kwêre çawî şebpeře
’uşretî sîmurẍ û baze şînî zaẍ û sergeře
lew meqame coşşî giryan û zarîy ’aşiqe
bê řewace agirî nemrûd û awî baseře
min ke tînûy dulberim awî ḧeyatim bo çîye
dił ze’îfim key ’îlacim qend û badamî teře?
ewwelen teşxîsî derd û be’d terkîbî dewa
werne key řaḧey qewî debřêtewe piştî heře!
sebib û esbab û ’elamatî nexoşî têbgey
şerbetî to tîẍî buřřan û merez tirpî teře
ey mudeřřîs to le dersî ’eşq teḧsîlê bike
tabekey zîd ’ilîٰ sitiḧArabic ’elî ḧerfî ceře
mu’cîzatî muřselîn û mew’îzey e’lamî dîn
zikirîyan zakîr degêřê wek teşîle û fiřfiře
ye’nî agadarî dunya û nefis û şeytan bin hemû
xesmî babatane em dûne îmare û bedfeře
ew kese eḧwałî ’aşiq têdega şew bê xewe
lêwî wîşk û řengî zerd û da’îmen çawî teře
ḧaşalilhArabic qend û guł emir û bida teskînî dił
çunkî şewtame diłim muştaqî ’enabî teře