cejin û tereb û şadîye eyyamî behare

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  451 views
cejin û tereb û şadîye eyyamî behare
wadey guł û badey mul û nałînî huzare
ta meddî nezer sebze û gułzare seraser
nûrîn û mu’etter be řux û zulfî nîgare
eḧbab hemû cem’e lebin sêberî dara
seḧraye temaşaye lebo cwî û kenare
me’şûqe be kamî diłe alminةlilhArabic
xusrew ke ełên, neybuwe em bûs û kenare
’aşiq diłî wek mecmere piř agir û pişko
mecnûn sîfet û bê xeber û sebir û qerare
saqî were awê beser em agireda ke
řoḧim be fîday gerduşî em çawe xumare
řîşey dił û cergim be ẍem û ẍemze be carê
derhatuwe bom têke şerabêkî dûbare
lew awe ke tiryake eba zehrî ẍemî dił
lew awe ke wa mesqelî ekdar û ẍubare
dermanî ẍem û derdî diłn saqî û mutrîb
xozgem be kesê mey le yemîn ney le yesare
aza be, be xořayî neçê ’umrî ’ezîzit
bê saqî û mey, mutrîb û ney serfî xesare
miştêke nimûney ẍemî dił dênme defter
werne ẍemî sabîrPen name be ’emar û be teẍare