55

techîz û tekfîn û tedfîna memê meḧrûmê ẍemgîne, hemnefes û hemqefes bûna bi fewta zîna nazenîn û ẍemřevîne
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 5 minutes  834 views
alqisihArabic şehîdê ’işqê cellad
meqtûlê sitem qetîlê bê dad
ew kuşte’ê curim û bê gunahî
teşbîhî beratê padşahî
menşûr kirin bi nûrê pakî
mestûr di nêv qubûrê xakî
ew duř bi xezîne’ê siparin
ew mar li ber pyan veşarin
daynandine ber serî ’elamet
ye’nî eve serwerê qyamet
serxeylê qebîlê pakê bazan
serdarê cemî’î serferazan
zîn hat û bi qameta senewber
bû serwê li ser wî saye guster
bê perde misalê ney dinalî
hêstir dwerîn ’ilî altiwalîArabic
’eynî te digo di feslê nîsan
derya ř jya ji ’ewrî dîsan
baran ku li turbe’ê dibarî
her dane dibûne deh mirarî
herdem ku dikir ji derdê dil ah
wan me’temyan ni’uz balilhArabic
vêřa bi newa digirtin aheng
her neh felekan bi ser dikir deng
cundî û supahî û emîran
derwêş û re’îyet û feqîran
dildar û şepal û nazenînan
ḧûrî û perî û ẍem řevînan
vêkřa dikirin hewar û her kes
efẍan dighane çerxê etles
zînê ku nema qwam û quwet
nalî biryan û ket ji qudret
řûnişt li ber serê memê jar
mem kir bi tekellumê xeberdar
kay malkê mulkê cisim û canî
ez baẍçe û tu baẍbanî
baẍê te gihandî bê xudane
bê řûyê te ew ji bo çiřane
ev xal û xet û ’uzar û gulzar
ev ḧusin û cemal û baẍê ruxsar
badamê syah û çeşmê şehla
nar wibih û sîbê şaxê bala
xweş řeng û bi lezzet û bi tamin
bê şubhe li ẍeyrî te ḧeramin
nexla bedena xwe řaweşînim
vî mêwe’î cumle daweşînim
van sunbul û lale’ê di ẍerra
reyḧan û binefşe’ê muterra
ye’nî ku ’uzar û zulf û xalan
ya qenc ewe ez bidim bi talan
manendî gulan libasî kerkem
ax û xwelyê bi ser xwe werkem
zulfan hemî ta bi ta bikêşim
ḧeqqê mine ca bi ca bi êşim
ev baẍ û buhar û berk û esmar
enwar û şukûfe cem’ê ezhar
nezra nezera te bûn bi carek
weqfa besera te bûn mubarek
talan bikim ez ewan temamî
da behre nexon ji wan çu ’amî
lêkin xwe bi xwe dikim tesewur
belkî tu li min bibî teẍeyîwir
ev cez’e nebit li ba te meqbûl
tirsim ku tu min bigêřî mes’ûl
terkîbê wicûdê cisim û canin
mulkê di tene ne bê xudanin
nuqsan bibtin ji ḧusnê mûyek
belkî ku bikî li min tu sûyek
gava ku li min bikî ’itabê
zanim ku neşêm bidim cewabê
nêzîke bibim wekî te medhûş
ha weqte di gel te bim hem aẍûş
la’iq ewe tey bikim bisatê
pakîze bibim ji ixtlatê
ya qenc ewe her bi vê cemalê
azurde nekim qe zulf û xalê
teslîm bikim emanetê ḧeq
tefwîzî te bim bi xemil û rewneq
ev řenge eda kirin ḧeqa’iq
bizdandin li ’alemê ’ela’iq
hembêz di merqedî weranî
bêzar nema beden ji canî
destê xwe bi dil ji canî şuştin
goya ku şemal bû vekuştin
rûḧa xwe şihande pêş barî
cismê xwe sipare wî mezarî
wan me’temyê di dil birîndar
tekirar ji nûve kirne hawar
efẍan ji canê ḧazrînan
feryad nihad nazrînan
sê řo ji û şevan ji ferşê ẍebra
peyweste diçûne ’erşê e’la
ḧetta wekû zîn bi resim û ayîn
techîz kirin wekî dizanîn
leḧda ku memê melek nezer tê
ye’nî sedefa ku ew guher tê
ew çend li ser girîn bi zarî
baranê sirişkê lê dibarî
ew çend li ser bûyn guherbar
ser lê vekirin ji nûve tekirar
ew herdu guher di durcekê da
ew şems û qemer di burcekê da
bê wastewan kirin muqarin
bê fasle ew bi hev siparin
ḧasil vekirin ji nûve sindûq
mîr gote memê: ji bo te me’şûq
sê car ji qalbî seda hat
awaz bi lefzê «merḧeba» hat!
hemyan ku bihîst sirrê teḧqîq
balcimlihArabic kirin bi ’işqê tesdîq
teḧsîn û sed aferîn ji wan řa
qet meylê dinê nebû ji wan řa
alûde nebûn bi xak û xaşak
ev bû esera meḧebbeta pak
pakîze û pakbaz ew çûn
dûşîze û serfiraz ew çûn
leb teşne û ber ji hev nexwarî
ḧesret zede çûne pêş barî
xweş ’eyş kirin bi ’işqê walilhArabic
xweş pêkve mirin tibark alilhArabic
herçî bi cwanî şubhî zînê
tebdîl biket bi ’işqê jînê
ya mislî mem ê bi ’işqê ser det
’eyş û xweşyê li řê bider det
elbette muradê dê hilînit
herçî ku irade dê bibînit
ya reb bi kelalê ’işqê sadiq
ya reb bi kemalê sidqê ’aşiq
ya reb bi şirînîya cemalê
ya reb bi evînîya celalê
ya rebbî bi derdê hecrê cangah
ya rebbî bi zewqê weslê dilxiwah
ya reb bi ḧelaweta ḧebîban
ya reb bi ’edaweta reqîban
ya rebbî bi nazê nazenînan
ya reb bi nyazê ẍem guzînan
ya rebbî bi avê çavê bulbul
ya reb bi xunavê navê sorgul
ya rebbî bi eşkê alê mecnûn
ya rebbî bi řûyê leylê gulgûn
ya reb bi memê wiwê evînê
ya reb bi teḧessura li zînê
weqtê ku cuda dikî ji canî
bê behre nekî ji ’işqê xanî
ye’nî ji û layeta muḧemmed
meḧrûm nekî tu ya reb eḧmed
çawa ji nubbiwetê bi qale
metleb ji û layetê wî ḧale
da’im ewî guftugo welaye
lêkin ewî cust û cû belaye
qewlê di wî ser bi ser guzafin
fi’lê di wî cimilًArabic xilafin
zahir ji we řa selîse guftar
batin bi we řa xebîsekirdar
manendî memê ewî merincan
teşbîhî bekir bibexşe qencan