56

teswîlê tefawit û ixtlafê xilqete temsîlê teqazayê siriştê tînet û fitrete
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  724 views
ḧikmet ewe ew ji darê dunya
çûn seyr kirin serayê ’uqba
wan terk neda ciblileta xwe
her yek xulqîn li xilqeta xwe
ye’nî ku li ser memê û zînê
şîn bû ji zira’eta evînê
ruskîn du ’eded nihalê serkeş
řabûn bi hewa ve herdu serxiweş
yek seru sihî û yek senewber
ser sebiz û letîf û saye guster
wan dest di gerdenê di yek řa
qedda xwe dirêjkirin bi yek řa
şîn bû ji ewê berî ji xêrê
darek liqyafeta kinêrê
ew dar ji raḧetê berî bû
manendî xudanî bi sitrî bû
řabû xwe gihande herdu daran
bû man’ê weslê herdu yaran
raḧet wî neşê biket mudara
xesmane’î kir wî aşkara
dîsan xwe gihande wan ḧebîban
ew lê piçya wekî reqîban
ḧasil li furû’ eger usûlan
ew lê fetlî wekî fuzûlan
xelqê ku bi eslî bed siriştin
ew esil ji wan qe tête şuştin
çil salî tu ḧenzelê biçînî
sed av bidî bi hingivînî
perwerde bikî bi aftabê
herdem biřeşînî lê gulabê
her řo ji reha wî lê bi ker kî
wê fasle’ê tijî şeker kî
xidmet bikirî tu hinduwane
ew bo te dibîte hinduwane
da fikir nekî dema ku ber dit
ew ẍeyrî ji teḧlyê semer dit