ey dił be beła sabîr û xuşnûd û řeza be

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  475 views
ey dił be beła sabîr û xuşnûd û řeza be
yataẍî hemû ẍusse û qełẍanî qeza be
bê yadî xuda ’umir be zay’ mede sofî
şêrane legeł řêwîy nefsa le ẍeza be
qapî egrî ye’nî řyazetme beřojûm
ser qapî piław zîre û kişmîş û kebabe
şew êşkî bêşk egrî û girye çi ḧasił
giryanî kuřit řastî ełê: babe kezabe
tesbîḧî des û wêrdî zuban nawî xudaye
dunya be des û dem megre xûyê xerabe
herkes le xuda ẍafił û meẍrûre le dunya
meḧrûme le dunya û qyamet le ’ezabe
ferqî çîye însanî diz û şexsî mubezîr
herdû leser em çewtîye bednam û kezabe
sabîrPen name meke îsraf û mebe yarî dirozin
her leḧze le xewf û xeterî řojî ceza be