ta zîkirî dem û fîkirî diłit nawî xudaye

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  593 views
ta zîkirî dem û fîkirî diłit nawî xudaye
serpakî wicûdit le beła dûr û cudaye
derwêş eger xizmetî xałî le řêya bê
sułtan leber qapîyekey řût û gedaye
ew wexte ke to xewfî xuda bête xeyałit
sułtan leber çawî diłit řût û gedaye
destî teme’it xistuwete gerdinî dunya
řoḧit be ser û małewe qurban û fîdaye
ey merdî xuda destî teme’ berde le dunya
bê fa’îdeye bawejne meyke be daye
herkes be desî nefsewe damaw û zebûne
sed şêx û mela bê, be xuda dûrî xudaye
lewsawe sikey lîre exwênêtewe çawit
tarîkî terîqî terefî dînî xudaye
zeřřey ker û ziřey derem û zêř kerî kirdî
nabîy le mela řojî ceza hewł û sedaye
kwa gendumî çakey to le tomarî ’emelda
sed xane birinicit le qebałe û senedaye
sabîrPen name be keway tazewe to çakîrî nefsî
aza eweye ḧuřře le bergî şiře daye