ta be key qurban be çawî ta seḧer bê xwabewe

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  438 views
ta be key qurban be çawî ta seḧer bê xwabewe
bem diłey piř soz û sîney piř şerare û tabewe
bême ber derganeket şew ta seḧer xar û zelîl
des bi’alênim be çakî damenî bwabNamed-Entityewe
muntezîrbim to be serma řabburî ey tebîb
têbgey em xeste boç aławete xûnabewe?
def’eyê nebzî demarî destî řastim nagrî
seyrî řengî zerdî min nakey be îstiẍrabewe
bew umîde ta şewî bedrî cemałit derkewê
can fîday em xałekem bew řûmetî mehtabewe
çerxî dûn řojê legeł kes meyl û fikirî ça nebû
sed xełatî wa be şanî dûnî nakes babewe
nakesan sermestî bezim û wesłî yar û kes hemû
diłperêşan û be daẍ û ḧesretî eḧbabewe
bo gedayî çûme qapî dûlberê lutfî nekird
gerçî bêmarim diłim zor ha be dû ’înnabewe
ger depirsî çone ḧałim her zemanê derkewî
gûsfendê xencerî dîbê be dest qessabewe!
bo gedayî çûm û seyrî kird û neynasîmewe
seyrî yarim çend şîrîne! her be îstiẍrabewe
da’îmen řoḧim be lêwî tuşne û ummêdewar
çaweřêy emrêke derçê, lew lebî sîrabewe
dulberim řojê le perdey nazewe seyrêkî kird
sabîrîPen name hawîte nêw beḧrî ẍem û gerdabewe