hetawî teł’etî sûtandimî ew şoxe memdûḧe

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  427 views
hetawî teł’etî sûtandimî ew şoxe memdûḧe
diłî ’alem be ẍemzey çawî tîrendazî mecrûḧe
le tawî agirî dûrî ewa kewtim le dest û pa
xuda mergî be’asanî îtir boçîme em řûḧe
bifermû we’dekey xot bêne cê sebirim nema qurban
ke taq û pencerey ḧucrey diłim beynêke meftûḧe
tenûrey agirî sînem, fwarey eşkî çawanim
were binwaře serçawey, dełêy tofanekey nûḧe
le dûrîy to le pa kewtim nehatî destî min bigrî
beçawî to hîlake sabîrîPen name bêzare lem řûḧe!