ew dulbere qed ’er’ere ew řû gułebaẍe

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  940 views
ew dulbere qed ’er’ere ew řû gułebaẍe
aramî dił û can û fereḧbexşî demaẍe
her wexte derên dîde û dił herdû becarê
bo řûyî guł û zencî wekû sêwî meraẍe
haware be şimşêrî biro cergî biřîwim
çawit be îşaret diłî hêna le binaẍe
em matem û giryane ke bote merezî ’am
têfkire hemû quřbeser û sîne be daẍe
ya řebbî le afatî biparêzê be cahî
ew zate ke sułtane leser textî belaẍe
ta dêrî zeman cennetî řuxsarî bimênê
sed nawî xuda çend be sirûr û be demaẍe
sabîrPen name ledes ew şewdize derçûnî meḧałe
şew xanebiř û teřdes û xawanî çiraẍe