bo ḧekîmî têgeyştû întîzarim řoj û şew

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  732 views
bo ḧekîmî têgeyştû întîzarim řoj û şew
şîwen û giryane da’îm, îş û karim řoj û şew
řoj xeyałî řûmetî, şew yadî zulfî nayełn
xwardin û xewtin nîye sebir û qerarim řoj û şew
min le xoşî we’dekey yek leḧze aramim nîye
întîzar û katîbî leyl û neharim řoj û şew
xo le şimşêrî biro û lêwgestinit bakim nîye
xot ezanî bê şi’ûr û bê wîqarim řoj û şew
xwênî dił dawênî çawî girtûm men’im meken
wa be tûndî lêy’eda nebiz û demarim řoj û şew
ger temaşa key le awêne dyare ’îlletim
xo be bê ḧîkmet nîye beḧir kenarim řoj û şew
ey perîřû to be şimşêrî biro tirsandimit
hatewe swê konezamî sałî parim řoj û şew
baweřit bê sûretî to wa le diłma nexşî best
zîkir û fîkirî ḧusin û xałe kesb û karim řoj û şew
yadî to da’îm birînî sabîrîPen name dênête swê
yek hewaye zamekey emsał û parim řoj û şew