řeḧmêkî xuda bêne dił ey řoḧî şîrînim

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  464 views
řeḧmêkî xuda bêne dił ey řoḧî şîrînim
dwa gyanme fermû qedmê bêne serînim
destê bixe ser cerg û diłî zam û birînim
bew deste bilûrînewe kota ke girînim
bew řûmetî derkewtinî to cejneme qurban
ew řoje ke lêm ẍa’îbî ẍem bote qerînim
em řoje le çawim win ebî zerd û ze’îfim
herçende nizîkim ekewî sûr û semînim
cana sebebî dûrî û şîrînîy toye
ferhad sîfet û kohken û elbîse şînim
binwařye awêne le azarim ezanî
tedbîrî diłî řêş û le sed cêwe birînim
sabîrPen name ke gułî řûmetî toy dî qesemî xward
farîẍ le guł û gułşenî fîrdewsî berînim