řojê ke nebînim qemerî řûyî dilaram

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  938 views
řojê ke nebînim qemerî řûyî dilaram
řoḧim le cesed derçuwe bê şik le dił aram
leylî ke le twêy xeymewe tîrêkî le min da
lew řojewe mecnûn sîfetim ma’îlî seḧram
çawî be îşaret tełebî kirdime qapî
ḧacîb be ḧîqaret derîkirdim werîgêřam
bew nawkî mujganî be ebroyî kewanî
weqqasî zebûn kirduwe hem řostem û behram
ew řoje eger řû binwênê le şikara
ahûy leř û şîrî neř û weḧşî ebin řam
bîstûme sibey dête serînim be tebabet
emřoke suleymanim û eskender û daram
lewsawe senaxwanî to wa bote wezîfem
sed şukirî xuda kafîye bo wechî îdaram
’umrêke le řêgay sefer û ke’beyî řûtim
westawim û bestûme le tewafî to îḧřam
lewsawe ciger xesteyî şimşêrî birotim
biřwa ke ẍem û derd û beła nayete aram
sûnî ẍemî to gendumî diłmî be telef da
nanî ẍezelim şahîde bê quwet û bê řam
herçende ke sabîrPen name nîyetî xizmet û ta’et
emma bo du’axwanîy ew dulbere xêram