ey şêxî tekyezil û xanumanî dîn biçûk

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  423 views
ey şêxî tekyezil û xanumanî dîn biçûk
wey pîrî de’yezil û girancan û ’eqił sûk
bo menfe’et eçîte pêşewe bira gewrekem
řojî sexa ekewîte duwa wek birabçûk
emřo be bał û peřî dewłemendî efřî û sibey
bał û peřit le dozexa ebê hełepřûk
çunke xuda giranî û ḧuřmetêkî da be to
la’îq nîye biřwanîye ême be çawî sûk
sed ke saḧîbî dînar û derhem û şewketî
wêrane baẍ û zera’etî dînit be dûk û şûk
herçende giftugom xoş nîye le kin ’ewam
bo ’îlletî derûn xastire le ḧib almilukArabic
baweřbike qisekanim hemû kok û bê ẍeşe
ger ’eybî lê egrî were bikoke çirûk
herçî biłêm be qewm û bêgane fuc’eten
amade leser çok û emdene ber çepûk
her pûkepukte gwêzî pûk naşkê be pûk
ey pîrî serispî sûkesûk meke le dewrî bûk
xamoş sabîrîPen name ke nesîḧetşinew nema
nûsrawî xot bişarewe mezrûf û ser bilûk!