ya alh al’almîn û padşahî bê nyaz

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  781 views
ya alh al’almînArabic û padşahî bê nyaz
řestegarim key le dawî nefsî pîs û ḧîlebaz
dîn û îmanî be dînar û direm da serbeser
abřûy birdim leber dergahî petrîq û pepaz
qesd eka meẍzî serim derka wekû marî zeḧak
lamil û çermî penagwêmî hemû piçřî be gaz
gahê têre mezhebî nemrûd û fîr’ewnî heye
gahê birsî, meşřebî duřřende wek gurg û beraz
qazîye fitwa deda emlakî eytamî ’îraq
muftîye bo ẍaretî emwalî ḧuccacî ḧîcaz
ta biłêy ẍeddare bê şerim û wîqar û bê wefa
muxteser xoşe qisey nasaze guftarî diraz
ta wekû berxî desajo nanî şwanî nefis exoy
sed beła bo to le parêzaye wek gurg û beraz
ta be gyanî cûcełey pîrêjnan kolare bî
her esîrî negbetî wek kotrî jêr çingî baz
to ke xizmetkarî nefsî ḧîzî azayît nema
lafî merdî lêmede pûrê be xişił û çek menaz
ey dirêẍa pyawî aza wa le dunyada nema
tekye çoł û piř le ewladî ewan otêl pełaz
daxekem bo mu’mînî saẍ û selîm û bê řya
zor keme des nakewê lem wexteda îlla be şaz
sabîrîPen name tenperwerî takey? ecel nezdîke lêt
tûşeyê peydake ey bêçare bo řêgay diraz
sabîrîPen name takey meraqî met’emulẍazî dekey?
’arf yikfîkArabic, eger meylit ḧeqîqet ya mecaz