be qestî kuştinim ew şoxe wa řûxsarî da perdax

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  863 views
be qestî kuştinim ew şoxe wa řûxsarî da perdax
be naçarî deka zarî kesê wa deydene ber dax?
be ẍemzey çawî bîmarî ciger zamar û bîmarim
be şew nałan û bîdarim be řoj xorakim ax û dax
gułî ḧusnî ke binwênê be ’aşiq, sebrî namênê
bulbul asa denałênê be meḧzûnî, le seḧnî bax
le çawî mestî mexmûrî le şu’ley řûmetî sûrî
nîgadarî bikey řebbî le çawî pîsî zî awsaxArabic
eger baweř dekey yarim be new’ê zar û bîmarim
be şu’ley řûmetî yarim wekû ferhad deçim bo şax
leber ew xesrewe şîrîne jînim tałe ferhadî
ke çunke nałe nałim nabîye naçar eçim bo şax
be bê ew xesrewe şîrîne sabîrPen name jînî lê tałe
leber ew řencî ferhadî deda da’îm le kêw û şax
wicûd ew ca ’ezîze to ’ezîzî lay ’ezîzî bî
ne ankê baẍçeyî şar û deraw bêxawen û çerdax
menałe sabîrîPen name giryaneket te’sîrî me’lûme
ke to hawar ekey yar xencerî mujgan deka perdax!