payzî pîrî peyabû newcewanîman nema

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  749 views
payzî pîrî peyabû newcewanîman nema
newbeharî ’eyş û noş û kameranîman nema
şîrî pîrî dest û pêy askî cewanî têkşikand
quwetî ser pence û bask û ziranîman nema
ême dunyaman nexist û ew hemûy xistîne jêr
î’tîbar û destełat û pałewanîman nema
naxelf bûyn û řewştî bab û bapîrman negirt
xwaşnasî û îftîxar û xanedanîman nema
řû le çolî ẍefłet û piştiman le ke’bey meqsede
ey musułmanîne kełkî awedanîman nema
çunke seccadey piderman xiste ser cadey ’edû
zewqî dîn û xwêndinî sibi’ alimsanîArabicman nema
xawenî xerman û mêgel bûyn û řutbe û î’tîbar
êste başarî şwanî û aşewanîman nema
duzdî pîrî gencî ’umrî xoşewîstimanî dizî
boye wa mat û kizîn û şadmanîman nema
gawir û cû waz le dîn û meslekî xoy nayenê
dînî muslîm wa leber şêt û nezanîman nema
da’îmen derd û bełaman zor û bê baranîye
musteḧeqman bê ke awî ḧewz û kanîman nema
abřûman wek ’ereq etkête cam û badewe
ḧuřmetî dînman wekû çayî beyanîman nema
sabîrîPen name feqir û qena’et fexre bo dînperweran
sed şukir wa mertebey dunyayî fanîman nema