sed mertebeyî şahî le twêy bergî qumaşa

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  596 views
sed mertebeyî şahî le twêy bergî qumaşa
derḧeq be geda lutif û kerem lazme paşa
zamarim û bêçare nehatî ke bipirsî
ḧalit çîye ey ẍemzede lem kawle aşa?
’înwan û tekebbur meke ey yarî xerabat
çî saḧîbî ’înwane peşîmane le paşa
her dest û du’a dîde beşařêwe nehatî
te’sîrî du’a û ’ehdî min û to nye ḧaşa
satê were bazařewe ey yûsfî mîsrî
’alem be ser û małewe hatûne temaşa
aram û sebûrî nye sabîrPen name wekû masî
bê tûne, keř û gêje, perêşane le maşa