35

mucadeleya memêye bi dilê kul řa, muḧarebeya perwane’ê bi bulbul řa
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 4 minutes  898 views
geh ceng dikir di gel dilê jar:
kay xa’nê şerimsarê ẍeddar
kan qewl û qerar û ’ehd û peywend
peyman û qesem yemîn û sogend
te digo ku di gel te sadqim ez
te digo bi te řa mwafqim ez
te digo ku di gel te yek dilim ez
te digo ku xudan teḧemmulim ez
ḧeyfa ku zyade bê wefayî
weyla ku ne qablê cefayî
qelbê deẍelî bi dil nyazî
puř çîl û çepî xerab û xwarî
ey tûtyê perweşê şirînî
wey tiflê tufeylê nazenînî
yarê xweşyan bûyî meger tu
qelbê řeşyan bûyî meger tu
dilhayê kesan derûnî tenha
insafe tenê bihêlî tenha
ev bulbulê can di meḧbesa ten
maye bi tenê misalê bîjen
insafe bikî tu canî bidrûd
derwaze’ê ten bigêřî mesdûd
sirra di te da ji feyzê cane
nûra di zemîn ji asmane
ey dil meçe bê çiraẍê canî
zulmate.. tu korî.. řê nezanî!
meqsûd eger ji bo te canan
canan te di canî dane punhan
lewra tu nimûnedarê zatî
ayîne’ê sûretê sifatî
zinhar! meçe li dû tewella
da can neketin ji te teberra
çûna te dibîte xarcîyet
terka te dibîte rafzîyet
xarc mebe da bibî tu daxil
terkê meke da bibî tu wasil
refzê meke tu bi dil be sunnî
ma balk e wîḧk ْ enit e minî?!Arabic
sabit be ku da ne naxelef bî
da waqfê sirra min ’irfArabic
her çend tu çûyî ber derê dost
lê dost li nik mine li wî post
qedda te ḧebandî bo te dare
zulfa tu çivandî ew qinare!
cezba tu revayî can li bale
sirra tu fidayî ew xwe male
bawer te ne’ê li zulf û xalan
malê mede hindoyan bi talan
pabende mebe bi tarê gîso
sergeşte mebe bi qewsê ebrû
her çend xelîlî ey belakeş
gulzar li te dibîte ateş
teşbîhî te sed hezar bulbul
sed car biken fiẍan û ẍulẍul
perwane sifet li pêşî werdan
herdem disu jim bi daẍ û derdan
ey dil te xwe daye ber hewayî
qesda te ewe bikî sefayî
emma ji tebîbê ’işqê sadiq
min zanye bo te řa mwafq
perhîz ji qismê muştehatan
teqwaye ji van mulezezatan
herçî ku muxalfê hewaye
’eynê wî ji bo te řa şifaye
min puřsye bê guman ji luqman
xassîyetê şerbetan û luqman
herçî ku şirîne ’eynê daye
herçî wekû telḧe ew dewaye
ew çend ewî di gel dilî got
naçar dilê dilî bi wî sot
dûkel ji ḧerareta sweyda
řabû tijî bû meḧellê sewda
řabûve ji dil duxan û yeḧmûm
řeş kir li serî demaẍ û xeyşûm
neynîkê xeyalê bû mukedder
ayîne’ê ’eqlî bû muẍebber
’ewrek te digo ji erzî řabû
evrazî li asman cema bû
wî ’ewrî ji nîveka hinavan
xunbarî dikir bi herdu çavan
seyla cigerê wisa li guř hat
goya ku bi ser erez ve kur hat
alqisihArabic ji ’illeta di dil da
seylek we diçû memê bi mil da
şettê ’ereb û firat û ceyḧûn
her sê te digo bi yekve řabûn
her çende ji hêstirê memê jar
şîn bûn li rexê şetî sipîndar!
seḧra hemî bûne seḧin û bustan
saḧil bûye gulşen û gulistan
wî bê dilî her lewê mekan girt
wî bulbulî bo xwe aşyan girt
ew bulbul eger çi puř hewes bû
zindanê beden li wî qefes bû
vêkřa weryan li wî peř û bal
têkda weşyan ji wî xet û xal
qedda wî ye şubhetî senewber
xem bû, civya misalê ’er’er
řûyê di wî ger çi her di teř bûn
manendê xuzamê lêk zer bûn
’arz qewmî li neynkê jeng
rewneq çu nema li neqşê er jeng
’işqê we nexweş kir ew belakeş
ḧubbê we teles kir ew muşewweş
dêma wî nema çu ab û řengek
nutqa wî nema cewab û dengek
jewwel ve li rex şetî nexweş ket
çil řo jî temamî şubhî leş ket
’eqil û xired û şu’ûrê insan
ḧisis û ḧereket qwayê ḧeywan
qet’a qe nema ji wan çu asar
yek cuz’ li nik memê birîndar