34

mebaḧsya memê digel bayî hewadarya digel hewayî
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  910 views
geh beḧis dikir di gel sebayî
şerḧa ẍemê dil digote bayî
kay cismê letîfê şubhetî rûḧ
dergahê beden li ber te meftûḧ
ez hîvî dikem ku bê teweqquf
rencîde qedem bi bê tekelluf
carek heře sidirة alsi’adةArabic
gavek heře sidirة alinhayةArabic
ewwel tu bibose astanê
paşî heře pêşî dilistanê
emma bi tewazi’ û bi te’zîm
sed mertebe iḧtiram û tekirîm
aheste ji bo bike du’ayê
wabeste’ê wê bike senayê
şayeste bike tu iḧtiramê
dest beste vewest bike selamê
paşî ḧereket ke pêşve çapik
siqlet nekirî li teb’ê nazk
ev name ku xûnê dil midade
ew sefḧe ku merdumek sewade
perdê melvîn ji ber cemalê
tenha bide destî ’erziḧalê
zinhar! di ba nekî niqabê
gava ku dixontin kitabê
bêjê ji me řa: ku padşahim
bindenْ akaswîlhArabic: qiblegahim
lew metle’ê nûrê zwalcilalArabicy
lew menbe’ê kewsera zelalî
lew menzerê mezhera îlahî
em bo te geda tu padşahî
da bo me bi ḧeqqî muttesif bî
der ḧeqqê me ’edil û muntesif bî
der dîde ji dîde’î tewella
geh gahî bikî li dil tecella
ev de’bê qedîme padşahan
wan ’ame nezer li puřgunahan
walilhArabic gunehê xwe ez nizanim
emma me dilek hebû dizanim
ew dil peryan ji min řevaye
ev pêleke ew ji min cudaye
weqtê ku di gel min ew teba bû
saḧb hewes û xudan hewa bû
belke kirbit xeta û ’isyan
insan xulqîn bi neqis û nisyan
sed car ku zêde puř gunahe
lê saye’ê zulfê te penahe
ger qehrê bikî li wî cezaye
wer ’efwê bikî ’eceb ’etaye
ev řenge bibêje ey seba tîz
û angah zimîn bibus û birxîzPersian
ey badê seba bi ḧeqqê me’bûd
gava wekû têy ji pêşî meqsûd
zinhar! hinek ji xakê dergah
bîne ji me řa di gel xwe hemrah
toza ku ji řengê tûtyaye
bîne bi xwe řa ku kîmyaye