pêm biłê ta key le dûrît dił be êş û xeste bim

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  339 views
pêm biłê ta key le dûrît dił be êş û xeste bim
çaw be xwên û sîne řêş û wa birîndar ceste bim
takû key cergim birîndar bê be şîn û nałewe
her leser takû qedem min zehrî maran geste bim
çawekem to bî û xwa wek qatłan ta key emin
bew şikencey perçemî xawit ebê pa beste bim
to biłêy xwa lêt qibûł ka em hemû cewr û cefa
xuřem û diłxoş řeqîb û min zedey ew şeste bim
sa tereḧḧum ke be ḧałim tu cwanît dulbera
ba be wesłî qametit satê le des ẍem řeste bim
boç řeqîb wek seg nenałê ke’be keç nabê eger
def’eyêkîş min le sayey perçemî piř deste bim
keyf û şewqî şehryarî çon ebê bew ’uşrete
cur’e noşî şehdî maçî řûmetî berceste bim
çî ebê ger merḧemet key dulbera maçê be min
mînePen name asa ba zemanê min be to peyweste bim