şewî hîcrane dyare řoj le min nabêtewe emşew

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  425 views
şewî hîcrane dyare řoj le min nabêtewe emşew
yekayek zamekanî dił be xwên ekułêtewe emşew
demêke bê xemim yaran temaşay şûmî bextim ken
le kwêwe ey fełek tuxwa minit bîrkewtewe emşew
xewm la şûme aramim nemawe taqetim taqe
îlahî bo minî bedbext delîlê bêtewe emşew
şewêke tał û tarîk û piř endêşe û xem û êşe
xwaya sa be lutfî xot biłê řoj bêtewe emşew
ewende xar û xaşakî xem û êş û xefet lame
beřasî agirî cergim îtir nakujêtewe emşew
le hewrî řeḧmet û lutifit bibarênî xwa tawê
beser kûrey derûnmida ke sardî katewe eşmew