gułî ẍunçey gułistanim melîḧe

bo melîḧey hawserî
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  426 views
gułî ẍunçey gułistanim melîḧe
bînayî û nûrî çawanim melîḧe
’ezîzim qîblekem cêgey umêdim
şîfayî derd û dermanim melîḧe
nemamî newřesî baẍî jyanim
gułałey gułşenî gyanim melîḧe
sirûr û keyf û zewq û ’eyş û şadîm
zyaw û loksî dîwanim melîḧe
le cêgey kewkeb û tac û serîrim
ḧelawey bextî řexşanim melîḧe
epirsî ger le ḧałim swên bê welle
etoy tehlîleyî zwanim melîḧe
le dûrît wa perêşanim melîḧe
le batî zîkir û fîkir û nwêj û ta’et
--------Missing
etoy tehlîleyî zwanim melîḧe
weku sen’an le ’îşqî serwî bałat
be tałan çuwe îmanim melîḧe
be ’ewdałî ełê mînePen name be qurban
wekû ew wêłî herdanim melîḧe