le taw e’da ’edû ber nîwe dujmin îltîca barê

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2344 views
le taw e’da ’edû ber nîwe dujmin îltîca barê
le çingî gyaneławî fîrqeta mawim ecel çarê
beła her wek kule dabarîye ser mezre’ey umêd
meger ew tîpî mujgane biken wek ’eynemel çarê
esîrî zułfe dił, ey bazî ẍemze, ẍîretê, ḧeyfe
zelîl, em ’endelîbe kewtuwe ber destî qel, çarê!
ne pêyek hełgirê şwênî, ne destê geyye dawênî,
xuda! derḧeq be eḧwałî minî bê pa û pel, çarê!
’îlacî derdî ’aşiq bote xasey ew dem û lêwe
şîfay emrazî sewda xasyet çeşmey ’esel çarê
meger qet’î nefes çarî bika, werna nîye hergîz
le pêwendî kemendî piř ẍemî tolî emel çarê
legeł em ’îlme meḧwîPen name daẍdarî cehle to tewfîq
tebîbî bo merîzî derdî ’îlmî bê ’emel çarê!