bibřîn were ba lem ẍezele taze kewayê

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  619 views
bibřîn were ba lem ẍezele taze kewayê
bew şerte ke bîkeyte ber em cejne kewayê
bîmarî muḧîbbet hemû dem muntezîrî ton
damen bitekênî ke legeł tozê dewayê
gwê bigre le nałem wekû ney waye muẍennî
hengamî newaye ecelim wexte newayê
lem zîndegîye mirdinekem çatre emřo
bê şewqe çirakey emelim her be hewayê
cerḧî cigerm xo nekira çarî be ḧîkmet
bo çarî minî xesteyî bê çare ewayê
em bexte kwa nûstuwe hełsanî eger bû
me’lûme cenaze wekû nûstû le xewayê
emřo be temay hatnî dilber mebe ḧemdîPen name
bextim řeşe ew řoje bedaym le şewayê