behay yek kilke tûre ger kilî tûrî be kiltûrê
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
531 views
behay yek kilke tûre ger kilî tûrî be kiltûrê
berî bo ahûyêkî mestî nazî dîde mexmûrê
be zennar û çilîpa bo çî mil nadem ke wek zilfe
le sebḧe û teylesanim çî jinane mû û bermûrê
be umêdî wefa ’aşiq jya axir cefa kuştî
be dû dîdey felek neydî wek ew bê çare meẍdûrê
leber qapî xerabata qelender meşrebê deyut
esef pîrî muẍan em cêgeyey dawe be mestûrê
bese bo xarîqey bedbextî min dozînewey yarê
ne dîn û ayînêkî bê, ne qanûn û ne destûrê
le xîlqetyaye řîḧlet wa ezanim pîrezałî dehir
newek to dilberî dînî ne mîslî pîleten pûrê
le çînî perçema tomar û tuřřeyî naye ser xałî
witî ba em ḧebeşzadeş le çîna bête feẍfûrê
ke marî zilfî ḧełqeyda leser gencîneyî lêwî
witim bem new’e ba qařûn derênê genc û gencûrê
qisey ’uşşaq û to herwek qisey fîr’ewn û mûsaye
eger bûbê le fîr’ewna mîsalî êwe meẍrûrê
cefay ew şoxe wek şewqî qemer ḧemdîPen name cîhangîre
bełê ’enqaye çawit kewt le ’alemda be mesrûrê