qemer řengî le řû debřî ke bikirê basî řuxsarê

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  532 views
qemer řengî le řû debřî ke bikirê basî řuxsarê
ke neybê kułmî her wek guł kiłafî mîşkî tatarê
melek lem asmanane ke meşẍûlî çiraxanin
le ’uşşaqa be tarîkî dełên nek mabê bîmarê
le şara cêy nema mecnûn leber eḧwałî bedmestî
be pyałey dîdeyî leyla ke noşî fermû ser şarê
leber pêy şewqî ferhada le kahê kemtire kêwê
ke bulbul nêze nabînê le gułşenda beqed xarê
siḧûrim qursî řojî řûmetî bû em sibeynêye
çi xoşe ger bimênim meẍrîbîş bîkem be îftarê
şukir şaxî cinûn kewte çirokirdin le kellemda
umêdim berdebarane eger zû bom bida barê
bebê yar û dyarîda dyarî dawe meḧrûmim
ewaney bextîyan yare yekî kewtote dûy yarê
leber koyî xerabata begerdî ger ḧîsabim ken
wekû kil ger le çawim ken be tekyem min nîye karê
le řûta min ke zennarî zilf bestim le tar û mar
çi perwame xelîlî ’eşq eka dozex be gułzarê
xuda qudret be xwênî cerg û dûdî ah û eşkimda
çi muḧtacim be gułzar û xyaban û be cobarê
leber firyadî ferhada denałê bêstûnî çerx
ke çî şîrîn nîye ey dił bikeyn ger ême hawarê
be naḧeq min, be ḧeq mensûr debê bikirê beser dara
ḧeq û naḧeq nîye meqsed ’eşq lazmye serdarê
qisey xoy birde ser ew şoxe ḧemdîPen name bo çî bê şerte
ke şertî kirdibû neyka legeł kesda wefa carê