le ber qapî xerabata ke wek ře’d ne’reda mestê
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
604 views
le ber qapî xerabata ke wek ře’d ne’reda mestê
le ẍeyb berqî eda bo mûdde’î tîẍî leser destê
ḧiqûqî bulbulanîş çû lenawana cenabî guł
ke gwêy wek ew nîgarey nawete jêr destî berdestê
le bała nagrê cêgey le damenda bibê gerdim
ke ta bałanşînî bê beła nagate ser pistê
çi serbeste îlahî em sitemkare le qetlî min
be mûsa baweřim naye ke fîr’ewn wa kemer bestê
bedest derxistinî dinyay ke şêwand řûmet û qamet
ke derxa řenge her řojî qyamet bê ḧeşir hestê
wişk hełhatuwe lêwim wekû pûş û henasey serd
mîsalî berde ahim agirê dênê wekû estê
gelê ḧemdîPen name xudam kird we’dî wesłî xiste sibḧeynê
ger aramî bibê řoḧim diłim em mudde řawestê